Li Îpekyoluya navçeya Wanê di hundirê torbeyên komirê da 69 kîlo û 100 gram esrar hat dîtin.
Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlehiya Bajêr xebatên dijî hişbirê dewam dikin.
Li taxa Kurubaşê hêzên ewlehiyê ji kamyoneteke plaqeya wê 4 ZV 302 û şofêrê wê S.B. bû ketin şikê û wesayît dan sekinandin.
Kuçikê narkotîkê Bozu dema torbeyên komirê bêhn kir û ewtiya torbe hatin valakirin.
Tîman lêgerîn kir û di torbeyan da 54 pakêtên tê da 69 kîlo û 100 gram esrar heye, dîtin.
Şofêr S.B. hat binçavkirin.