Türkiyeyê di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da 40 hezar doz aşiya Sinovacê ya din jî ji Komara Tirk a Qibrîsa Bakur ra şand.
Balafira ambulans a Wezareta Tenduristiya Türkiyeyê ya aşî birin, saet 01.30yî da li Balafirgeha Ercanê danî. Aşî radestî karbidestên Wezareta Tenduristiya Qibrîsê kirin.
Bi radestkirina vê carê va miqdara aşiyan a ku Türkiyeyê ji Qibrîsê ra şand gihîşt 140 hezarî.
Serokwezîrê Komara Tirk a Qibrîsa Bakur Ersan Saner di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha gotibû, "Em têkoşîna xwe ya dijî Kovîd-19ê bi piştgiriya gelê me û ya Türkiyeyê va bi awayekî çalak dimeşînin. Îşev ji dayikwelat Türkiyeyê dê 40 hezar aşiya SINOVACê ya din jî were welêt. Em ji dil sipasiya dayikwelat Türkiyeyê dikin. Em pabendî rêgez û sînordarkirinan bin."AA