Ji Turkiyeyê bo herêma Herekata Kaniya Aştiyê alîkarî

Li navçeyên Sûriyeyê Til Ebyad û Resuleynê ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hatin paqijkirin, bi hezaran pakêtên alîkariyê li hewcedaran hatin belavkirin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Şanliurfayê, li Til Ebyad û Resuleyna ku bi Herekata Kaniya Aştiyê aramî û ewlehî lê edilî, fealiyetên di kordîneya Navenda Alîkarî û Kordînasyona Sûriyeyê (SUDKOM) ya di bin sîwana Walîtiyê da tên meşandin, bênavber didomin.

Turkiye bi alîkariyên ku ji destpêka herekatê vir va dişîne herêmê va ji bo dewletên dinyayê dibe nimûne.

Ekîbên SUDKOMê di vê çarçoveyê da li herêma herekatê xwebatan dimeşînin malbatên desteng tesbît dikin û her wiha alîkariyê yek bi yek dibin ber deriyê van malbatan.

Turkiye bi rêya AFAD, Heyva Sor û saziyên civaka sivîl ên din van alîkariyên xwe yên mirovî dihigîne gelê Til Ebyad û Resûleynê ku bi salan ji ber dagiriya rêxistinên terorê bêzar bûbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE