Ji Turkiyeyê bo Îranê alîkariya alavên tenduristiyê

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, li dijî şewba vîrusa koronayê ku ji hêla Rêxistina Tenduristiya Cihanê wekî pandemî hat ragihandin, ji bo welatê cîran Îranê alîkariya alavên tibî şand.

Ji Turkiyeyê bo Îranê alîkariya alavên tenduristiyê

Turkiyeyê ji bo Îrana ku ji wan welatan e ku cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) bi awayekî xedar xwe nîşan da, 1000 kîtên pênasekirinê, 4 hezar û 715 tulum, 20 hezar berek, 2 hezar û 4 berçavk, 4 hezar maskeyên cure N95 û her wiha 78 hezar maskeyên sêqat hatin hîbekirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, li dijî şewba vîrusa koronayê ku ji hêla Rêxistina Tenduristiya Cihanê wekî pandemî hat ragihandin, ji bo welatê cîran Îranê alîkariya alavên tibî şand.

Peymana hîbekirina alavên tenduristiyê ya di navbera Hikûmeta Komara Turkiyeyê û Hikûmeta Komara Îslamî Îranê da bi destê Alîkara Wezîra Tenduristiyê Emîne Alp Meşe û Balyozê Îranê li Enqereyê Mihemed Farazmend hat îmzekirin. 

1000 kîtên pênasekirinê, 4 hezar û 715 tulum, 20 hezar berek, 2 hezar û 4 berçavk, 4 hezar maskeyên cure N95 û her wiha 78 hezar maskeyên sêqat ku di çarçoveya peymanê da hatin hîbekirin, ji Îranê ra hatin şandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE