Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ragihand, ji ber şerê Rûsya-Ukraynayê îro 2 hezar û 163 hemwelatiyên Tirk ên din jî ji bo texliyeya ji bajarên cuda yên Ukraynayê bi trên û otobusan bi rê ketin.
Çavuşoglu di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da diyar kir ku îro ji Kîev, Xarkov, Dnîpro, Odessa û Lvîvê bi trên û otobusan 2 hezar û 163 hemwelatiyên Tirk bi rê ketin û wiha got, "Rêya we vekirî be! Ji bo texliyekirina ewle ya welatiyên me plansaziya me didome."AA