Ji Waliyê Diyarbekirê Karaloglu peyama Cejna Newrozê

Walî Karaloglu ji bo Cejna Newrozê peyam weşand û diyar kir ku cejn roja ewil a xêr û bereket û vejîn e.

Ji Waliyê Diyarbekirê Karaloglu peyama Cejna Newrozê

 Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu bi Tirkî, Kurmancî û Zazakî Cejna Newrozê pîroz kir.

Walî Karaloglu ji bo Cejna Newrozê peyam weşand û diyar kir ku cejn roja ewil a xêr û bereket û vejîn e.

Karaloglu got, "Em ji bihareke nû ra dibêjin merheba. Merheba bihara ku mizginiya xêr û bereket, xweşikahiyan e." û wiha dewam kir:

"Ji Rojhilata Navîn heta Anadoluyê, ji Asyayê heta Balkanan di her quncikê erdnîgariya dilê me da navê hevpar ê hemû rengan e. Newroz hemû rengên çanda me ya dewlemend, nirx û ferq û cudahiyên me ye û têkiliyên me yên neteweyî û çandî xurt dike. Siruşt her sal bi hemû rengan seba me dixemile û me hembêz dike. Ev cejna me ya kevnare ji Diyarbekira me, welatê me û erdnîgariya me ra xêr û bereketê bîne. Newroza me pîroz be."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE