Li Dîlokê ji aliyê şaredariya bajarê mezin û Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê ve 5. Çalakiya rojên pirtûkan hat lidarxistin. 240 weşanxane bi 200 hezar cure pirtûkî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî dê heta 26ê gulanê dewam bike.
240 weşanxane, 200 hezar cure pirtûk…
Ev dîmen ji 5. Çalakiya Rojên Pirtûkan a Dîlokê ne.
Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê ve li Qada Demokrasiyê ya 15ê Tirmehê çalakiyek hat lidarxistin.
Şaredara Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahin, rayedarên bajêr û gelek welatî beşdarî vekirina çalakiyê bûn.
Gelek weşanxane bi gelek cure pirtûkan beşdar bûn.
Her wiha Weşanxaneya Nûbiharê jî bi gelek pirtûkan di çalakiyê de standek vekir.
Wekî mezinan xwendekar jî elaqeyeke baş nîşanî çalakiya pirtûkan didin.
Hat eşkerekirin ku dê ev çalakî heta 26ê Gulanê dewam bike.