Wezareta Parastinê li ser çavdêrxaneyên li Îdlibê careke din hişyarî da. Wezaretê got “ger êrîşeke li ser çavdêrxaneyan were kirin ew ê bersiva herî tund bidin.”
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin 12 çavdêrxaneyên li Îdlibê kar û barên xwe didomînin.
Û da zanîn çavdêrxane bi çek û navgînên li ber destê xwe dikarin xwe biparêzin.
Hat gotin “Lêbelê ger êrîşeke li ser wan deran pêk were em ê di çarçoveya xweparastina rewa de bersiva herî tund bidin.”
Wezaretê diyar kir li rojava û rojhilatê herêma Operasyona Kaniya Aştiyê tevî peymana bi Rûsyayê re hebûna PKK/YPG’ê berdewam e.
Û hat gotin ji wan deran tim û tim êrîşên acizkirinê tê kirin û ew jî di vê çarçoveyê de bersiva wan didin.