Midûriyeta Giştî ya Tenduristiya Gel a Wezareta Tenduristiyê ragihand li Türkiyeyê heta niha weqaya "kulîlka meymûnan" nehat tesbîtkirin.
Di daxuyaniya li ser malpera Midûriyeta Giştî da hat diyarkirin, kulîlka meymûnan (monkeypox) nexweşiyeke zoonotîk e ku di heywanên dirinde yên wekî kojer û prîmatan da derdikeve û carinan jî dikişe însanan û sedema wê jî vîruseke ji famîlyeya ortopoksvîrusê ye.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, piraniya pêketiyan li ciyê ku nexweşî lê endemîk e li Afrîkaya Navîn û Rojava hat tesbîtkirin û her wiha nexweşî bi rêya temas û dilopan belav dibe û wiha hat gotin:
"Nexweşî bi piranî xwe sînordar dike û semptom bi giştî di nava 14 û 21 rojan da bi xwe berê derbas dibin. Geşedanên nexweşiya Monkeypoxê ji hêla Serokatiya Daîreya Nexweşiyên Şewbê û Hişyariya Pêşda ya Midûriyeta Giştî ya Tenduristiya Gel tên şopandin. Li welatê me heta niha pêketî nehatine tesbîtkirin."AA