Ji Wezareta Berevaniyê daxuyaniya bo mitabeqeta Soçiyê

Wezareta Berevaniya Neteweyî derbarê mitabeqeta Soçiyê ya ku di çarçoveya Herekata Kaniya Aşitiyê de digel Rûsyayê hat kirin de, daxûyanî da.

Ji Wezareta Berevaniyê daxuyaniya bo mitabeqeta Soçiyê

Wezareta Berevaniya Neteweyî ragihand, "Di cîbicîkirina xalên mitabeqeta ku 22yê cotmehê digel Rûsyayê, derbarê rojhilatê Feratê hat kirin de, hessasiyeta pêwîst hat nîşandan."

Wezareta Berevaniya Neteweyî derbarê mitabeqeta Soçiyê ya ku di çarçoveya Herekata Kaniya Aşitiyê de digel Rûsyayê hat kirin de, daxûyanî da.

Di daxûyaniyê de wiha hat gotin:

"Di cîbicîkirina xalên mitabeqeta ku 22yê cotmehê digel Rûsyayê, derbarê rojhilatê Feratê hat kirin de, hessasiyeta pêwîst hat nîşandan. Di xelaseka mîada 150 saetî de, Rûsyayê ragihand ku YPG digel çekên xwe yên giran bi qasî kîlometroyî jêrtirê sînor û herwiha bo dervayê Minbic û Tilrifetê hatine vekişandin. Li rojava û rojhilatê qada Herekata Kaniya Aşitiyê bi qasî 10 kîlometro kûrahî, bajarê Qamişlo ne tê de, dê dewriyeyên hevbeş ên Tirk-Rûs dest pê bikin.

Li başûrê sînorê Tirkiyeyê dê qet derfet ji bo korîdora terorê neyê dan, dê têkoşîna me ya dijî rêxistinên terorê yên weke DEAŞ û PKK/YPGê. bi biryardarî bidome."

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2019, 16:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE