Wezareta Berevaniya Neteweyî ragihand ku bi dana Xelata Nobelê ya Edebiyatê ya 2019an bo nivîskar Peter Handkeyê piştevanê Mîlosevîç, hemî nirxên mirovî û rewiştî hatine binpêkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê ya li ser Twitterê de, bertek ji bo xelatkirina Handke hat nîşandan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Tevî bertekên hemî aliyên xwedî wijdan, Xelata Nobelê ya Edebiyatê ya 2019an dan Peter Handkeyê piştevanê Mîlosevîçê ku xwîşk û birayên me yên Bosnayî yên bêguneh qirkirin, ev nîşana wê yekê ye ku di serî de "aşitî" hemî nirxên mirovî û rewiştî hatine binpêkirin. Em dana xelatê bo piştevanê qatilekî qirker, qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin."
AA