Ji Wezareta Karên Derva bo Amerîkayê bersiva "hilbijartina herêmî"

Berdevk Aksoy ji bo pirsa li ser daxuyaniya Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Robert Palladino ya der heqê hilbijartinên herêmî da bersiva nivîskî da.

Ji Wezareta Karên Derva bo Amerîkayê bersiva "hilbijartina herêmî"

Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamdi Aksoy got, "Rayeya tu welatî tuneye ku bi rêbazeke dûrî hiqûq û demokrasiyê midaxaleyî encamên hilbijartina li welatekî din bike û xwe wekî çavkaniya meşrûiyeta encaman bibîne."

Berdevk Aksoy ji bo pirsa li ser daxuyaniya Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Robert Palladino ya der heqê hilbijartinên herêmî da bersiva nivîskî da.

Aksoy destnîşan kir ku Tirkiye, welatekî hiqûqê yê demokratîk e û hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê jî bi awayekî demokratîk û zelal û herwiha bi aştî û aramî hatin kirin û wiha dewam kir, "Rêgez ew e ku îradeya dengdêran tam û temam di sandoqan da reng vede û lewma jî divê herkes rêzê nîşanî têkoşîna hiqûqî û demokratîk a ku di vê çarçoveyê da tê dayîn bide."

Nirxandinên Aksoy wiha ne:

"Çavkaniya meşrûiyeta hilbijartinan vîna gel e. Yê ku tesbît dike ka ev vîn dê bi çi awayî bê cîbicîkirin, yê ku dê pêvajoyên îtirazan binirxîne û bigihîne encamê, Lijneya Bilind a Hilbijartinê ye. Rayeya tu welatî tuneye ku bi rêbazeke dûrî hiqûq û demokrasiyê midaxaleyî encamên hilbijartina li welatekî din bike û xwe wekî çavkaniya meşrûiyeta encaman bibîne.

Helwest û xûyên antîdemokratîk bi tu awayî nikarin pêşketina demokratîk a Tirkiyeyê di gumanê da bihêlin. Gelê Tirk di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê da bi beşdariyeke zêde va rabiteya xwe ya digel demokrasiyê nîşan daye. Ji aliyekî din va, terciha gelê Tirk a di berjewendiya îstiqrar û pêbaweriyê da jî bi encamên sandoqan va hatiye dupatkirin."AA

Dîroka nûkirinê: 04 Nîsan 2019, 12:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE