Li gorî giştnameya Wezareta Navxweyî di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de, li seranserê welêt bi kordîneya Walî û qeymaqaman heta 4 rojan di serî de bazargeh, wesayitên veguhastina giştî û firoşgehên mezin, dê cihên qerebalix bên teftîşkirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê ji bo hemî Walîtiyan bi mijara "Teftîşên Kovîd-19ê" giştname hat şandin.
Herwiha dê rêveberiyên xwecîhî dê ji bo hemû bazargehan rêveber bê cîgirkirn û dê ev kes ji pabendbûna rênimayan berpirsyar bin.
Li gorî giştnameyê dê rojên 26-27-28-29ê cotmehê bi awayekî şidandî bi kordîneya Walî û qeymaqaman teftîş bidomin.
Hat ragihandin ku dê di teftîşan de dê wesayitên veguhastina giştî yekoyeko bên sekinandin, li sepana koda HESê, li maske û hijyenê bê nerîn.AA