Wezareta Karên navxweyî derbarê tedbîrên ketin-derketinê (Astengkirina Hatûçûnê) giştname ji 81 walîtiyan re şand.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya wezaretê, astengkirina hatûçûnê ya li her 9 wîlayetên Adana, Denizlî, Diyarbekir, Kahramanmaraş, Mêrdîn, Ordu, Şanliurfa, Tekirdag û Trabzonê ji saet 00.00ê şûn de qediya.
Li gorî giştnameyê astengkirin li 15 wîlayetan, Ankara, Balikesîr, Bursa, Eskîşehîr, Gazîentab, Stenbol, Izmîr, Kayserî, Kocaelî, Konya, Manîsa, Sakarya, Samsun, Wan û Zonguldakê heta 19ê gulanê roja sêşembê nîvê şevê dê bidome.AA