Ji Wezareta Karên Navxweyî giştînameya "dawet"ê

Wezareta Karên Navxweyî ji bo ku di dawet, nîşanî û pîrozbahiyan da rê li ber guleberdanê bigrin giştînameyek ji walîtiyan ra şand

Ji Wezareta Karên Navxweyî giştînameya "dawet"ê

Wezareta Karên Navxweyî ji bo ku di dawet, nîşanî û pîrozbahiyan da rê li ber guleberdanê bigrin giştînameyek ji walîtiyan ra şand.

Giştînameya ji hêla Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu va hat îmzekirin û ji waliyên 81 bajaran ra hat şandin.

Di giştînameyê da hat gotin li welêt di dawet, nîşanî, pêşbirkên sporê, oxirkirina eskeran û pîrozbahiyan da divê tevdîr bên hildan ji bo bikaranîna çekan, teqandina guleyan destûr neyê dayîn.

Li cihên servekirî yên dawet lê çêdibin û pîrozbahî tên kirin xwediyê dawetan wê afîşên li ser "Guleyê bernede kêfxweşiyê, dahatûyê reş neke" hatiye nivîsandin darve bikin.

Heke xebatkarekî di kamuyê da dixebite guleyan berde ewê cezayê disîplînê hilde, di pêvajoya lêpirsînê da wê bê lêkolînkirin ka vî xebatkarê kamuyê cezayê pereyan a îdarî hildaye an na.

Li gor giştînameyê mixtar dema tespît bikin gule hatine berdan ewê mecburî cawê bidin polêsan.

Walîtiyan vê fermanê weşandin û xistin rewacê. Ji bilî giştînameya par di giştînameya îsal da hat gotin havînê dawet û pîrozbahî wê zêde bibin, divê tevdîr bên hildan, kontrol bên zêdekirin û li gor şert û mercên herêmî tevdîrên têrê nakin bên zêdekirin.

Hat gotin divê walî, qaymeqam û hêzên çekdar bi xwe van kontrolan bişopînin û nehêlin kêmasî çêbibe.

Ji ber tevdîrên ewlehiyê hejmara bûyerên nebaş jî kêm bûn. Ji îlona par heta meha hezîrana îsal hejmara bûyeran li gor salek berê ji sedî 18,5 kêm bû.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 10:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE