Ji Wezareta Navxweyî giştnameya "rênimayên remezanê"

Wezareta Navxweyî derbarê rênimayên nû yên meha remezanê giştname ji walîtiyên 81 wîlayetan re şand

Ji Wezareta Navxweyî giştnameya "rênimayên remezanê"

Wezareta Navxweyî derbarê rênimayên nû yên meha remezanê giştname ji walîtiyên 81 wîlayetan re şand.

Li gorî giştnameyê, dê rê nedin danîna konên fitarê û çalakiyên ku komên qerebalix di fitar û paşîvan de dicivîne.

Di remezanê de bi mebesta rêlibergirtina îzdîhama trafîkê dê berî dema fitarê bi 3 saetan hejmara wesayitên komelguhêz û seferên wan zêde bikin.

Ji ber ku dora li ber deriyê firin û cihên din rîska Kovîd-19ê dê zêde bikin, dê berî fitarê bi 2 saetan bên qedandin.

Di remezanê de serdana turbeyan dê bên kêmkirin, çûn û derketina nav goristanan dê ji deriyên cuda werin kirin, roja erefê û cejnê di çûna nav goristanan de, dê pîvana germahiya laş bê kirin.

Dê teftîşên dijî fîrmeyên ku di remezanê de firsetbaziyê dikin, bên zêdekirin, karûbarê îdarî derbarê wan de bê kirin.

Dê rê nedin ku daholciyên remezanê yeko yeko ji welatiyan bexşîşê bidin hev, dê ucreta xizmeta wan ji aliyê rêveberên herêmî ve bê dayîn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE