Ji Wezir Pakdemirli daxuyaniya li ser piştgiriyên çandiniyê

"Em ê îsal piştgiriya gubreyê seba genim, ceh, tarîgan, baçîk û tritikale ji sedî 25, seba 2022yan seba hemû dexl û denan ji sedî 100 em ê zêde bidin."

Ji Wezir Pakdemirli daxuyaniya li ser piştgiriyên çandiniyê

Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekir Pakdemirlî diyar kir, ew ê îsal piştgiriya gubreyê seba genim, ceh, tarîgan, baçîk û tritikale ji sedî 25, seba 2022yan seba hemû dexl û denan ji sedî 100 zêde bidin.

Pakdemirlî li Midûriya Giştî ya Daristanan der barê piştgiriyên çandinî da daxuyanî da.

Pakdemirlî li ser piştgiriya ku seba gubreyê tê dayîn sekinî û wiha got: "Em ê îsal piştgiriya gubreyê seba genim, ceh, tarîgan, baçîk û tritikale ji sedî 25, seba 2022yan seba hemû dexl û denan ji sedî 100 em ê zêde bidin. Ji bo genim, ceh, tarîgan, baçîk û tritikale piştgiriya gubreyê 16 lire ye, em ê seba berên 2021ê serê dekarê 20 lire, seba berên 2022yan jî serê dekarê 32 lire bidin.

Me di du salên dawîn da piştgiriya gubreya genim 4 qat, piştgiriya tovê bi sertifîka 3 qat zêde kir. Em ê piştgiriya mazotê jî bidomînin û bi qasî ji sedî 50yê maliyeta wê bidin. Ji bo sala 2022yan em ê piştgiriya tovê bisertifîka yê genim, ceh, tarîgan, baçîk û tritikale û çeltûk ji sedî 50 zêde kir û serê dekarê derxist 24 lire."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE