Ji Wezîr Akar bo "Balafirgeha li Efxanistanê" daxuyanî

Ji Wezîr Akar bo "Balafirgeha li Efxanistanê" daxuyanî

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar destnîşan kir ku hevdîtinên ji bo ewlehî û birêvebirina Balafirgeha Hemîd Karzaî ya Efxanistanê tên kirin, dewam dikin û wiha domand: "Niha biryareke hatibe dayîn tuneye. Em ê geşedan û encamên ku piştî hevdîtinan derbikevin holê di civîna ku wê bi serokatiya Serokkomarê me bê kirin da, binirxînin. Em ê plana xwe jî li gor pesendkirina Serokkomarê xwe bibin serî."

Wezîr Akar serdana xwe ya fermî ya ber bi Qirxizistan û Tacîkistanê û mijarên ku di rojevê da ne nirxand.

Akar destnîşan kir ku ew li herdu welatan jî bi dil û can hatin pêşwazîkirin û ji mazûvaniya herdu welatan jî razî man.

Wezîr Akar destnîşan kir ku hemû hevdîtinên li herdu welatan kirin jî baş û bi kêr derbas bûn û ragihand ku wî ji bo beşdarî Mihrîcana Pîşeyî ya Parastinê (IDEF) ya wê di meha tebaxê da bê kirin, bibin gazî Qirxizistan û Tacîkistanê kir.

- Têkoşîna dijî FETOyê

Ji Wezîr Akar hat pirsîn ku gelo di hevdîtinên li herdu welatan bi rayedaran ra kir da mijara têkoşîna dijî FETOyê di rojevê da cî girt yan na? Wî jî li ser vê bi bîr xist ku FETO li Qirxizistanê hebûna xwe didomîne û lijneya Tirkiyeyê di mijara têkoşîna dijî FETOyê da bendewariyên xwe yên li hemberî FETOyê bi rêvebirên herdu welatan ra parve kirin û bi bîr xistin ku bila tewdîrên li hemberî FETOyê hewce dikin, bên hildan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE