Ji Wezîr Akar daxuyaniya "Civîna Çaralî"

Ji Wezîr Akar daxuyaniya "Civîna Çaralî"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ji bo Civîna çaralî ya di navbera heyetên eskerî yên Tirkiye, Rûsya û Ukraynayê û ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ya derbarê sewqiyata zad û xureka ku li benderên Ukraynayê disekine, got, "Di encama civîna ku di atmosfereke erênî de derbas bû, mitabiq hat mayin ku li Stenbolê navendeke kordînasyonê bê abakirin ku ku nûnerên hemî aliyan tê de cih bigirin. Dê di xalên ketin û derketênên lîmanan de kontrol muşterek bin û di rewtên veguhastinê de ewlehiyê bê dabînkirin."

Akar bersiva pirsa derbarê Civîna Çaralî ya ku li Stendolê hat lidarxistin, da.

Akar destnîşan kir ku di hevdîtinên digel Rûsya û Ukraynayê yên ji bo çareseriya qeyrana zad a ku bandor li hemî cîhanê kir de, li tenişt mijarên din li ser mijara texliyeya zad û xurekên din ji benderên Ukraynayê hat sekinîn û got, "Di peywendiyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên digel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskî de ev mijar hatiye rojevê û li ser giringiya vê sekinîne."

Akar derbarê Civîna Çaralî de wiha got, "Di encama civîna ku di atmosfereke erênî de derbas bû, mitabiq hat mayin ku li Stenbolê navendeke kordînasyonê bê abakirin ku ku nûnerên hemî aliyan tê de cih bigirin. Dê di xalên ketin û derketênên lîmanan de kontrol muşterek bin û di rewtên veguhastinê de ewlehiyê bê dabînkirin."

Akar anî ziman ku Tirkiyeyê heta îro ji bo aşitî û îstiqrara herêm û dinyayê çi ketiye ser milê wê kiriye û dê her bike û ji bo tiştên ku di warê texliyekirina zad û xurekên din kirine spasiya heyetên Rûsya, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE