Ji Wezîr Akar daxuyaniya li ser keştiyên dexl barkirî

Ji Wezîr Akar daxuyaniya der barê keştiyên dexl barkirî yên li bendergehên Ukraynayê disekinin

Ji Wezîr Akar daxuyaniya li ser keştiyên dexl barkirî

Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî eşkere kir tê payîn ku ji keştiyên li bendergehên Ukraynayê disekinin û dexl û xurek barkirî ne sê jê sibê derkevin rê. 

Akar bi Oleksiy Reznîkovê Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê û Oleksandr Kubrakovê Wezîrê Binesaziyê yê Ukraynayê ra axaftinên cuda kir. 

Akar li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya der barê hevdîtinan û sewqiyata dexlê da got ku bi himayeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 22yî tîrmehê da li Stenbolê di navbera Tirkiye, Rûsya, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî (NY) da "Belgeya Teşebûsa Ji Bendergehên Ukraynayê Bi Awayekî Ewledar Sewqiyata Dexl û Madeyên Xurekê" hat îmzekirin. 

Akar got ku di çarçoveya belgeya navborî da li Stenbolê Navenda Kordînasyonê ya Mişterek hat avakirin û ji bo ku pergal bê pirsgirêk bixebite bi rayedarên Federasyona Rûsyayê, Ukraya û NYyê ra dixebitin. Akar got ku "Di encama kordînasyon û xebata giran a li Navenda Kordînasyonê ya Mişterek a li Stenbolê tê payîn ku sibê ji bendergehên Ukraynayê 3 keştiyên li bendergehên Ukraynayê disekinin di çarçoveya sewqiyata dexl da derkevin rê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE