Ji Wezîr Akar daxuyaniya li ser operasyonên didomin

Akar: Hejmara terorîstên heta niha di Operasyona Pencik Kilîtê da hatin berterefkirin ji 100î derbas bû

Ji Wezîr Akar daxuyaniya li ser operasyonên didomin

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar daxuyand li herêmOperasyona Pencik Kilîtê piştî êrîşa şehîdkirina 5 eskeran komeke terorîstên di şikeftekî da hatin dorpêçkirin û hatin berterefkirin, bi vî awayî hejmara terorîstên heta niha di Operasyona Pencik Kilîtê da hatin berterefkirin ji 100î derbas bû.

Piştî êrîşa şehîdkirina 5 eskeran ên li herêma Operasyona Pencik Kilîtê Wezîr Akar duh tevî Serokê Sererkaniyê Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Musa Avsever û Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukyilmaz ber bi xeta sînor va çûn û li wir lêkolînan kir.

Akar ewil çû Mêrdînê, ji wir jî çû Tumena Piyadeyê ya 23emîn a li Şirnexê û paşê jî çû Herêma Baregehê ya Işikliyê. 

Wezîr Akar li ser sînor li herêma baregehê ya kêleka herêma Operasyona Pencik Kilîtê ji wezîfedaran agahî hilda û paşê çû Çukurcayê Cihê Fermanê ya Teqtîkê ya Artêşê ya 2yemîn.

Akar bi fermandarên li ser sînor di operasyonê da wezîfedarin ra bi rêya vîdeo konferansê hevdîtinan kir, ji wan agahî hilda, telîmat da wan.

Wezîr Akar got rehma Xwedê li 5 eskerên hatine şehîdkirin bibe û wiha dewam kir: "Qomandoyên me komeke terorîstan di şikeftekê da dorpêç kirin. Mehmetcîkan bang kir ku ew teslîm bibin, lê terorîstan gule berdan. Li ser vê operasyon hat kirin. Bi vê operasyonê va hejmara terorîstên heta niha di Operasyona Pencik Kilîtê da hatin berterefkirin ji 100î derbas bû. Me xwîna şehîdên xwe, rondikên eqrebayên wan li erdê nehîşt û em ê nehêlin jî."

Akar heta şev dereng herekat şopand û şeva xwe li Çukurcayê derbas kir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE