Ji Wezîr Akar daxuyaniya li ser pergala eskeriyê ya nû

"Heger êrîş dewam bikin û koçkirin dest pê bike wê 3,5 milyon kes ji ciyê xwe bibin û ne tenê Tirkiye û Ewropa wê heta Amerîkayê herin."

Ji Wezîr Akar daxuyaniya li ser pergala eskeriyê ya nû

 Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "Îro li herêma sînor ya li dervayî Îdlibê Rûsya û li herêma ji çekan hatiye paqijkirin jî dewriyeya Artêşa Tirkiyeyê dest pê bike."

Akar li Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê rojevê da axivî.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der barê dewriyeye li Îdlibê da wiha got: "Îro li herêma sînor ya li dervayî Îdlibê Rûsya û li herêma ji çekan hatiye paqijkirin jî dewriyeya Artêşa Tirkiyeyê dest pê bike."

Akara ji bona li Îdlibê dewriyeya hevbeş ya bi Rûsyayê ra wiha got: "Ji bona îstiqrar û dewamkirina agirbestê gorî me ev gavekî girîng e."

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der barê êrîşên rejimê da wiha peyivî: "Heger êrîş dewam bikin û koçkirin dest pê bike wê 3,5 milyon kes ji ciyê xwe bibin û ne tenê Tirkiye û Ewropa wê heta Amerîkayê herin." 

Emilandina qadên esmanî yên Îdlib û Efrînê

Akar destnîşan kir der barê emilandina qadên esmanî yên Îdlib û Efrînê hin astengî hebûn, lê îro ew jî rabûn.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar diyar kir bi rejimê ra di nav pêwendiyekê da nînin û got ku em tenê bi Rûsan ra xeber didin û wexta hewce bike jî bi Îranê ra xeber didin.

Akar destnîşan kir li Sûriyeyê gilî û gazina me ya herî mezin ya ji rejimê xerabûna agirbestê ye û wiha got: "Em dixwazin gorî agirbestê hereket bikin. Em dixwazin Rûsya rejimê bide sekinandin." 

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar destnîşan kir bi Mertalê Feratê û Operasyona Çiqlê Zeytûnê piştî herêm ji terorîstan hat paqijkirin 314 hezar û 590 kes vegeriyan malên xwe.

Akar diyar kir tenê Tirkiye bi DEAŞê ra bi her awayî şer dike û yên herî radîkal berteref dike.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar diyar kir dijî terorîstên YPG, PKK, DEAŞ, FETO û El Qaîdeyê ne û wiha peyivî: "Di serî da xwîşk û birayên me yên Kurd derdê me bi komên nijadên din ra tuneye." 

Akar der barê herêma ewle da wiha got: "Wê kî li wir hebe? Wê hêzên Artêşa Tirkiyeyê hebin. Ev teqez e." 

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar destnîşan kir li herêmeke ewqas nêzî sînorên me ye em hebûna koma terorîstên PKK û YPGyê ji bona welat û gelê xwe mîna gef û talûkeyê dibînin û got ku me ji mixatabên xwe ra gelek caran got ku em qebûl nakin û em hê jî dibêjin.

Akar der barê pergala nû ya eskeriyê da wiha got: "Em zehf li serê dixebitin û di xebatê da daneyên modern diemilînin." 

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar diyar kir ewlekarî tu carî teslîmî miteahîdan nabe û wiha got: "Ji ber vê jî dema ewlekariya welatê me were rojevê em mecbûr in ku çi ji destê me were em wê bikin." 

Akar wiha axivî: "Heke dema wê were Artêşa Tirkiyeyê ew ê li ser telîmata Birêz Serokomarê me bi nêrîna "heke bimrim şedîg im, heke bimînin xazî me" ji bo ewlehiya welat û miletê xwe çi lazim dike ew ê bike." 

pergala nû ya eskeriyê

Hulusî Akar der heqê pergala nû ya eskeriyê da wiha got: "Ez dikarim bibêjim ku xebat hatiye asteke wisa ku modern e û pêwistiyên Artêşa Tirkiyeyê û ciwanan bi cî tîne." 

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der barê sîstema eskeriyê ya teze da wiha got: "Ez dikarim bêjim ku hatine asta modern, pêşdîtin, hewcedariya artêşê û hewcedariya perwerdeya ciwanan dibîne." 

Akar destnîşan kir di serî da Sûriye û Iraq em siyanetê nîşanî yekîtiya ax û siyasî ya cînarên xwe didin û got ku derdê me tenê ewlehiya gel û dewleta me ye. 

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar diyar kir hem efser û er hem jî yên bibedel ew ê mehekî perwedeya bingeh bibînin û got ku piştî vê yên bibedeliyê bixwazin ew ê ji eskeriyê veqetin. 

Akar destnîşan kir di pergala nû ya eskeriyê da wê eskeriya biberdêl, esker û sereskerî, serserbaziya alîkar û eskeriyê bidowîzê hebe. 

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar diyar kir ku ew ê hurgiliyên sîstema eskeriyê ya teze îro li ser malpera Wezareta Parastina Neteweyî parve bikin. 

Akar destnîşan kir piştî perwerdeya bingeh kesên lîse û ji wê berjêr xwendine ew ê 5 mehan eskeriyê bikin û got ku em ê paşê bêjin 'gelo hûn dixwazin bisekinin'." 

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar destnîşan kir ciwanên wexta eskeriya xwe bikin û piştî eskeriyê dema wezîfeya xwe bikin em ê hin derfet û îmkanan bidin wan. Ciwanên me yên lîsans û lîsansa bilind xwendine jî ew ê bibin serbazên yêdek. Ew 2 mehan perwerdeya bingeh û ya polê bibînin, 10 mehan bi peretî eskeriyê bikin û paşê jî eskeriyê xilas bikin. Heke bixwazin jî ew ê li gor daxwaz û hewcedariyê bibin serbaz." 

"15 hezar û 621 kes ji Artêşa Tirkiyeyê hatine îxrackirin"

Akar der barê şerê dijî FETOyê da diyar kir heta niha 15 hezar û 621 kes ji Artêşa Tirkiyeyê hatine îxrackirin û got ku jê 358 kes piştî hin lêkolînan cardin vegeriyan Artêşa Tirkiyeyê.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar diyar kir çiqasî ji FETOyê paqij dikin em ewqasî hêzdar dibin û got ku kesên dimînin bi kêfxweşî û kelecanî wezifeya xwe dikin.

Akar ji bona lêpirsîna dijî FETOyê da destnîşan kir 3 hezar û 703 kes hatine îxrackirin û der barê 6 hezar û 486 personelên Artêşa Tirkiyeyê da xebatên edlî û îdarî dewam dikin. 

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar diyar kir ji sala 1984an vir da hetanî nika 66 hezar û 568 terorîst hatin berterefkirin. 

"Iraq û bakurê Sûriyeyê bi tevahî 17 hezar û terorîst hene"

Akar destnîşan kir li Tirkiye, Iraq û bakurê Sûriyeyê bi tevahî 17 hezar û terorîst hene û wiha got: "750 kes li nav welêt, 3 hezar li bakurê Iraqê û 13 hezar jî li bakurê Sûriyeyê hene." 

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ji bona têkoşîna dijî terorê diyar kir di vê mijdarê da em nikarin hêdî bibin û bisekinin û wiha got: "Em ê hetanî dawiyê bidomînin. Em Şengalê her tim teqîb dikin. Mexmûrê her tim dişopînin."

Akar destnîşan kir li bakurê Iraqê li Sînat-Heftanîn, Metîna û Zapê, li hêla din li Avaşîn-Basyan û Xakurkê û li pişt wir li Gara û li Qendîl û Asosê çi hewce dike em ê bikin û mecbûr in û wiha got: "Çima? Ji bona ewlehî, desthilatdarî û siberoja dewlet û gelê me pêwist e." 

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar destnîşan kir ji 24ê tîrmeha 2015an vir da 14 hezar û 800, ji 1ê rêbendana 2018an vir va 1795ê wan li derva bi tevahî 2556 terorîst hatin berterefkirin.AA

Dîroka nûkirinê: 08 Adar 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE