Ji Wezîr Akar daxuyaniya S-400an

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar diyar kir ku li Sûriyeyê ji bo herêma ewle xebat bi biryardarî dewam dikin û wiha dewam kir, "Xebatên me dewam dikin ku bi eskerên Amerîkayê ra dewriyeyên mişterek di demeke nêz da dest pê bikin."

Ji Wezîr Akar daxuyaniya S-400an

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar diyar kir ku li Sûriyeyê ji bo herêma ewle xebat bi biryardarî dewam dikin û wiha dewam kir, "Xebatên me dewam dikin ku bi eskerên Amerîkayê ra dewriyeyên mişterek di demeke nêz da dest pê bikin."

Akar bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêza Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêza Deryayî Oramîral Adnan Ozbal, Fermandarê Hêza Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz li Erzincanê li yekîneyan geriyan û kontrol kirin.

Wezîr Akar Fermandariya Artêşa 3yem jî ziyaret kir û derheqê fermandeya Artêşa Tirkiyeyê û xebatên wan da agahî hilda, telîmat da fermandarên yekîneyan.

Wezîr Akar diyar kir ku têkoşîna terorê bi biryardarî û tempoyeke zêde va dewam dike û destnîşan kir ku heta terorîstê dawîn jî neyê berterefkirin têkoşîna terorê wê bidome.

Wezîr Akar diyar kir ku ew ê tu carî destûrê nedin ku li başûrê Tirkiyeyê korîdora terorê çêbibe û wiha dewam kir:

"Dîrektîfên Birêz Serokomarê me eşkere û zelal in. Ji ber vê yekê me heta niha bi hişmendiya 'Ez bimirim şehîd im, bimînim xazî me' va xebatên xwe kirin, ji vir û şûnda jî em ê bi tempoyeke zêde dewam bikin. Em li rojhilata Feratê bi eskerên Amerîkayê ra di nav têkiliyê da ne. Li Akçakaleyê navenda harekatê ava bû. Li vê derê generalekî Tirk û yekî Amerîkayî wê bi personelên Tirk û Amerîkayê ra bixebitin. Ji bo ku rojhilata Feratê ji terorîstan paqij bibe, li wê derê herêmeke ewle çêbibe, korîdoreke aştiyê çêbibe xebatên me bê navber dewam dikin. Pêşiyê ÎHA li ser firî. Pêr firokeya hevpar li ser geriya. Ev firokeya Amerîkayê bû. Çend roj şûnda jî firokeya Tirk wê li ser bifire. Ji bo vê xebat dewam dikin. Paşê bi eskerên Amerîkayê ra dewriyeyên mişterek wê di demeke nêz da dest pê bikin. Ji bo van dewriyeyan xebat dewam dikin û wê di demeke nêz da çêbibe."

- Tedarîka S-400ê

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ji bo tedarîka S-400ê jî wiha got: "Ji bo temînkirina bataryaya duduyan ji 27ê tebaxê pê va xebatên barkirin û întiqalê ew ê dest pê bikin."

Dîroka nûkirinê: 26 Tebax 2019, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE