Ji Wezîr Çavuşoglu daxuyaniya vîzeyê

"Bi Rûsyayê ra ji bona vîze bi temamî bên rakirin em hewl didin"

Ji Wezîr Çavuşoglu daxuyaniya vîzeyê

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Me bi Rûsyayê ra jî ji bona vîze bên rakirin hin gav avêtin û me ji derekê dest pê kir. Ji bona di demeke nêzik da bi temamî bê rakirin jî em zehf dixebitin."

Çavuşoglu li Eskîşehirê li otêlekê bi nûnerên saziyên civakî û karsazan ra hat bal hev.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir bi Rûsyayê ra ji bona vîze bên rakirin hin gav avêtine û wiha got: "Me ji derekê dest pê kir. Ji bona di demeke nêzik da bi temamî bê rakirin jî em zehf dixebitin."

Çavuşoglu diyar kir ji bona modernîzasyona Peymana Yekîtiya Gumrukê bi Yekîtiya Ewropayê ra bo muzakere cardin dest pê bikin hevdîtinên wan hene.

Wezîrê Karên Dera Çavuşoglu di xeberdana xwe da wiha got: "Îro bi rastî hedefa me ya herî mezin ew e ku bazirganiya xwe ya bi dinyayê ra zêde bikin. Welatên ku amûrên Tirkiyeyê neketinê neman. Ev zehf girîng e. Ev serkeftina karsazên me yên veberhêner e." 

Dîroka nûkirinê: 01 Adar 2019, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE