Zehra Zumrut Selçuka Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî diyar kir ku Alîkariya Pereyê Neqdî ya meha rêbendanê wê di 9ê sibatê da were dayîn.
Selçuka Wezîr di daxuyaniya nivîskî da destnîşan kir ku pereyê li ser hesabê bankeyan were razandin, kesên di sîstemê da agahiya wan a IBANê kêm in an jî şaşî hene jî ew ê pereyê xwe ji PTTyê bistînin. Selçuka Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî wiha pê da çû: "Alîkariya Pereyê Neqdî ew ê di 9ê sibatê da were dayîn."AA