Ji Wezîrê Edaletê Gul daxuyaniya li ser Metin Iyidil

"Lêpirsîna îdarî ya HSKyê berdewam e. Daîre û peywirdarên têkildarî pêvajoyê, dişopînin"

Ji Wezîrê Edaletê Gul daxuyaniya li ser Metin Iyidil

Wezîrê Edaletê Abdulhamit Gul ragihand ku gotina dawîn a li ser korgeneralê berê Metin Iyidil, Dadgeha Bilind a Darazê ku merciya dawîn e, dê bêje.

Gul piştî Civîna Danasîna Pergalên Ewle di Miemeleyên Noteriyê da ku li Ankara Hakimeviyê hat lidarxistin, bersiv da pirsên rojnamegeran.

Li ser pirsa der heqê Iyidil ku di doza hewildana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da mehkûmî muebeda girankirî bû, di pêvajoya îstinafê da tehliye bû, lê li ser îtirazê cardin hat tewqûfkirin da Wezîr Gul diyar kir ku rast nîne ku ew li ser mijareke ku hatibe ber destê darazê, ew xeber bide.

Gul bal kişand ku tevî nîşandana rêzê divê xwe li hêviya pêvajoya darazê bigirin û wiha got, "Merciya dawîn Dadgeha Bilind a Darazê ye. Dadgeha Bilind a Darazê dê gotina dawîn bêje. Wekî hiqûqnasekî, rast nîne ku ez li ser dozeke ku dewam dike, xeber bidim û şîrove bikim. Lêpirsîna îdarî ya HSKyê berdewam e. Daîre û peywirdarên têkildarî pêvajoyê, dişopînin."

Dîroka nûkirinê: 30 Çile 2020, 09:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE