Ji Wezîr Gul berteka bo biryara dadgeha Belçîkayê

Wezîrê Dadê Gul nameyek şand hevmeqamê xwe yê Belçîkayî Koen Geens

Ji Wezîr Gul berteka bo biryara dadgeha Belçîkayê

Dadgeha Bilind a Belçîkayê ji bo terorîstên pkk’yî neyên darizandin verastkirinek xist rewace. Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul nameyek şand hevmeqamê xwe yê belçîkayî û bertek nîşanî vê yekê da. Di nameyê de hat gotin ev biryar nayê qebûlkirin. Gelê Tirkiyê ji ber vê biryarê pir xemgîn e.

Dadgeha Bilind a Belçîkayê derbarê 36 kes û saziyên ku têkiliya wan bi rêxistina terorî PKK’ê re heye biryareke sosret da.

Dozgeriya Federal di sala 2010an de lêpirsînek dabû destpêkirin. Odeya Îdianameya Belçîkayê xwestibû lêpirsîn bê sekinandin. Dadgeha Bilind jî biryara Odeya Îdianameya Belçîkayê qebûl kir.

Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul jî bertek nîşanî vê biryarê da û nameyek şand hevmeqamê xwe yê Belçikayî Koen Greens.

Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul : “Dadgehên Belçîkayê derbarê pkk’yiyan de biryaran didin. Ji ber van biryaran endamên pkk’yê di çarçoveya qanûnên terorê de wê neyên darizandin. Welatê me vê biryarê qebûl nake. Ji ber vê biryarê gelê Turkiyeyê pir xemgîn e.”

Abdulhamît Gul di nameyê de got ji ber rêxistina terorî PKKê ji 40 hezarî zêdetir însan mirin. Di nav van kesan de sivîl, zarok û pitik jî hene. Her wiha PKK di nav lîsteya rêxistinên terorî yên Yekîtiya Ewropayê de ye jî.

Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul : “em vê yekê fêm nakin. çima derbarê rêxistina terorî pkk’ê de qanûnên terorê nayên sepnadin. ev biryar ne li gorî qanûnên Belçîkayê ye. her wiha ne li gorî peymana yekîtiya ewroapyê ye jî. li aliyê din ne li gorî biryarên konseya ewlehiyê ya neteweyên yekbûyî ye jî.”

Wezîrê Dadê Gul got divê ev biryar ji aliye saziyên dewleta Belçîkayê bê betalkirin û ji Wezîr Koen Geens divê mijarê de tevkarî xwest.

Dîroka nûkirinê: 07 Çile 2020, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE