Ji Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Pompeo "Diplomasiya Îranê"

Hat gotin Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo der barê mijara êrîşa li hemberî Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê da bi serokên Îsraîl, Iraq û Qeterê ra axivî û got li hemberî Îranê divê hevkarî bê kirin.

Ji Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Pompeo "Diplomasiya Îranê"

 Hat gotin Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo der barê mijara êrîşa li hemberî Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê da bi serokên Îsraîl, Iraq û Qeterê ra axivî û got li hemberî Îranê divê hevkarî bê kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Morgan Ortagus der barê axaftina Pompeo ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, Serokwezîrê Iraqê Başbakanı Adil Ebdulmehdî û Mîrê Qeterê   Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî ra daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Ortagus anî ziman Wezîr Pompeo ji ber ku Îsraîl li hemberî tevgerên nebaş ên Îranê yên li herêmê têkoşîneke bibiryar dide û êrîşa li hemberî Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê êrîşê şermezar dike ew spasiya Netanyahu dike.

Ji bilî vê hat gotin Pompeo bi Serokwezîrê Iraqê Başbakanı Adil Ebdulmehdî ra axivî û got ew êrîşa Tugayên Hizbullahê ya ku Îran piştgirî dide ya li hemberî Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê hat kirin bi tundî şermezar dike.

 Ortagus wiha got: "Wezîr Pompeo ji ber tevdîrên ewlehiyê yên ku ji hêla hikûmeta Iraqê va tên dîtin spas kir û ji hikûmeta Iraqê ra got ew berpirsyar in ku dîplomatên me yên li herêmê biparêzin. Wezîr ji bilî vê got wek rêvebiriya Donald Trump ew dixwazin Iraq azad û serbixwe bibe, di vê mijarê da behsa hewldanên me yên ji bo hevkariyê kir."

Der barê axaftina Pompe û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî da jî Ortagos got Wezîr Pompeo ji ber hevkariya Qeterê ya bi Amerîkayê ra spas kir û der barê hin geşedanên herêmî da axivîn.

Amerîkayê êrîşî baregeha Tugayên Hizbullahê ya ku Îran piştgirî dide ya girêdayî Heşdî Şebî ye kiribû û 28 kes hatibûn kuştin. Piştî vê êrîşê bi sedan kes duh serê sibê li ber Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê li hev civiyabûn ku êrîşê protesto bikin. Komê li dijî Amerîkayê dirûşme berz kiribû, agir berdabû avahiyê balyozxaneyê û paşê derî şikênandibû û ketibû hundir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE