Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca diyar kir ku pêşniyaza qanûnê ku verastkirinên ji bo rêlibergirtina tundiya di tenduristiyê da jî di xwe da dihewîne, bi lihevkirina hemû partiyên ku di Meclisê da koma wan heye va ket rojevê û wekî qanûn hat pejirandin û her wiha lewma jî sipasiya parlamenteran kir.
Koca di parvekirina xwe ya li ser Twitterê da wiha got:
"Pêşniyaza Qanûna Rêlibergirtina Tundiya di Tenduristiyê da bi lihevkirina hemû partiyên ku di Meclisa me ya pîroz da koma wan heye va ket rojevê û wekî qanûn hat pejirandin. Ez sipasiya hemû wekîlên me dikim ku di derxistina qanûna herî berfireh a heta roja îro ya ji bo rêlibergirtina tundiya dijî xebatkarên tenduristiyê da piştevaniya wan çêbû."AA