Ji Wezîr Pakdemirli bo cotkaran mizgîniya piştgiriyê

Bekir Pakdemirli: Li cotkaran wê 331 milyon û 637 hezar lire pere bê belavkirin

Ji Wezîr Pakdemirli bo cotkaran mizgîniya piştgiriyê

Ji hilberîna êmê heywanan heta ya hingiv ji bo cotkaran alikariyên mezin tên. Wezîrê Çandin û Daristaniyê Bekîr Pakdemîrlî da xuyakirin ku wê ji bo cotkaran 331 milyon û 637 lîre piştgiriya cotkariyê bê belavkirin. Pakdemîrliyê ku di merasîma tayîna endezyar û parastvanên daristanan de axivî got wê piştgirî ji îro û pê bên belavkirin.

“Ji vir ez dixwazim mizgîniyekê bidim cotkarên me.Li 19 bajaran ji bo 84 hezar û 420 hilberînerên mê wê 234 milyon lîre piştgiriya êmê heywanan bê dayîn.Li 81 bajarî ji bo 51 hezar û 64 hilberînerên hingiv, wê 97 milyon lîre piştgirî bê dayîn.Li 11 bajaran ji bo 125 hilberînerî 637 hezar lîre alîkariya tekoşîna bîyolojîk û bîyoteknîkê wê bê belavkirin.Bi tevahî 331 milyon û 637 hezar lîre, wê îro ji seat 6ê êvarê û pê ve wê bê razandin hesabên cotkarên me.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE