Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî diyar kir ku li nav welêt ji 28ê Tîrmehê vir va 298 şewat derketin û ji wan jî niha 297ê wan hildane bin kontrolê.
Wezîr Pakdemirlî daxuyaniyeke nivîskî weşand û der barê şewatên li nav welêt çêbûn da agahî da.
Di daxuyaniyê da Wezîr Pakdemirlî destnîşan kir ku Manavgata Antalyayê û Mugla di serî da wan li hemberî şewatên li 54 bajaran çêbûn hewl da û wiha got: "Digel şert û mercên derasayî yên hewayê teşkîlata daristanê bi can û rihê xwe hewl da. Ji 28ê Tîrmehê vir va li çar aliyê welêt 298 şewatên daristanan çêbûn. Bi mudaxeleyên ji hewa û bejayê me di nav 16 rojan da 297 şewat hildan bin kontrolê."AA