Bekir Pakdemîrliyê Wezîrê Çandinî û Daristanan diyar kir ku ji bo pêşiyê li belavbûna vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) bibirin li parkên neteweyî, daristan, park û baxçeyên wezaretê vêxistina mangalê hat qedexekirin.
Pakdemîrlî li ser hesabê xwe yê Twitterê bal kişand ser tevdîrên li dijî Kovîd-19ê hatin hildan û girîngiya mesafeya civakî.
Wezîr Pakdemîrlî got, "Ji bo pêşiyê li vîrusa koronayê bibirin li gor rêgeza mesafeya civakî li parkên neteweyî, daristan, park û baxçeyên girêdayî wezaretê vêxistina mangalê hat qedexekirin.AA