Ji Wezîrê Parastina Neteweyî Akar daxuyaniya "F-35"an

Akarê ji bo Civîna Wezîrên Parastinê ya NATOyê hatiye Brukselê di roja duyemîn da jî hevdîtinên xwe didomîne.

Ji Wezîrê Parastina Neteweyî Akar daxuyaniya "F-35"an

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar got mehrûmhîştina Tirkiyeyê ya ji balafirên şer ên F-35an wê parastina NATOyê jî bi awayekî cidî lawaz bike.

Akarê ji bo Civîna Wezîrên Parastinê ya NATOyê hatiye Brukselê di roja duyemîn da jî hevdîtinên xwe didomîne.

Wezîr Akar beşdarî rûniştina roja duyem a civînê bû, piştî kişandina dîmenên wezîrên parastinê bi Wekîlê Wezîrê Parastina Amerîkayê Mark Esper ra li ser lingan hinekî sohbet kir.

Piştî hevdîtina bi Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey ya li Baregeha NATOyê Akar pirsên rojnamevanên AAyê bersivandin.

Li ser pirsa 'di hevdîtina duh a bi Wekîlê Wezîrê Parastina Amerîkayê Mark Esper ra da behsa kirîna balafirên şer ên F-35 û S-400î hat kirin an na?" Akar wiha axivî: "Ji bo tedarîka S-400î hin berpirsyariyên me yên girêdayî peymana bi Rûsyayê ra hene. Kurtasî ew hatine kirîn. Rêlibergirtina hevkariya me ya projeya F-35an jî ne ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê, ne Amerîkayê û ne jî NATOyê baş e. Tirkiye bi tenê ne mişterî ye. Yek ji veberhêner û şirîkê hilberîna Bernameya F-35an e. Der barê Bernameya F-35an da heta îro me hemû berpirsyariyên xwe bi cih anîn. Ev peymaneke ticarî ye. Ji ber vê li her derê emê heqê xwe biparêzin."

Akar behsa têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê jî kir û got ew benda têkiliyeke dostanî û rêzê ne û wiha axivî: "Mehrûmhîştina Tirkiyeyê ya ji balafirên şer ên F-35an parastina NATOyê bi awayekî cidî lawaz bike. Ewlehiya balafira F-35an û bernameya wê qasî şirîkê me yê stratejîk Amerîkayê ji bo Tirkiyeyê jî pir girîng e. Ji bo ku li ser mijara fikarên Amerîkayê yên der barê S-400î da bê axaftin em pêşniyaz dikin ku komeke xebatê ya bi beşdariya NATOyê ra bila bê avakirin, ev pêşniyaza me hê jî di rewacê da ye."AA

Dîroka nûkirinê: 28 Hezîran 2019, 10:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE