Ji Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk 3 hişyariyên girîng

Wezîr Selçuk li ser hesabê xwe yê Instagramê derbarê perwerdeyê da 3 nîşe parve kirin, hişyarî dan.

Ji Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk 3 hişyariyên girîng

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk got, "Xwendekarên me ewladên me ne û heke rîskeke piçûk jî hebe, em gav navêjin." 

Wezîr Selçuk li ser hesabê xwe yê Instagramê derbarê perwerdeyê da 3 nîşe parve kirin, hişyarî dan.

Selçuk diyar kir ku mamoste bi xwe jî ji hev ra dibêjin "Xoceyê min" û wiha dewam kir: "Lewra mamoste hinekî jî mamosteyê her kesî ne." Selçuk destnîşan kir ku weke mamoste ew dixwaze ku ji her kesî ra hin nîşeyan parve bike û bide hildan. 

Selçuk diyar kir, meriv dikare van nîeşyan li ser kaxiz jî binvîse, dikare di hişê xwe da jî bigre û wiha dewam kir:

"Nîşeya min a yekem ev e: Di dewra şewbê da divê em di rojên perwerde û hîndekariyê da her rojên ku em bi perwerdeya ji dûr va dewam dikin, divê em baş guhê xwe bidin ser. Ji kerema xwe, girîngiyê bidin perwerdeya dûrva, EBA TVyê, polên zindî. Di van şert û mercan da di destê me da çareseriya herî rastîn ev e. Ji kerema xwe em xîret bikin."

Selçuk di nîşeya duyem da daxuyand ku derbasbûna perwerdeya rûbirû wê bi kontrolî be û wiha dewam kir:

"Xwendekarên me, ewladên me ne, heke rîskeke piçûk jî hebe, em gav navêjin. Tenduristiya zarokên me nuqteya me ya herî hesas e, em vê ji bîr nekin.

Nîşeya sêyem: "Em bi mamosteyên xwe û rêvebirên xwe yên dibistanan va ekîbeke mezin ya perwerdeyê ne. Em hemû ji bo 'perwerdeyê' perwerde bûn; hemû karê me, hewildana me, derdê me, fikara me, çareseriya me, mijara me 'perwerde' ye. Di van rojên dijwar ên şewbê da vî karê perwerdeyê ji me ra bihêlin. Baweriya xwe bi mamosteyên vî welatî bînin, hûn tevdîra xwe hildin, li malê piştgiriyê bidin zarokên xwe, wan ji her cure tirs fikaran dûr mezin bikin. Heke em bibin ekîbekê û baweriya xwe bi hev bînin û mil bidin hevdu, zarokên me wê qezenc bikin. Nîşe îro xelas; ezmûn tuneye, vegotin serbest e... Hûn jî dikarin fikrên xwe parve bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE