Ji Wezîr Selçukê daxuyaniya nû ya bo "Teblîxa Sepana Tenduristiyê"

Ji Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Selçukê daxuyaniya nû ya bo "SUT"ê

Ji Wezîr Selçukê daxuyaniya nû ya bo "Teblîxa Sepana Tenduristiyê"

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk: "Ji ber tevdîrên bo Kovîd-19ê me bihayên dermankirinê yên li unîteyên nexweşiyên ku bi Teblîxa Sepana Tenduristiyê (SUT) tên kirin derxist du qatî."

Selçukê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir ji ber tevdîrên bo vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bihayên dermankirinê yên li unîteyên nexweşiyên ku bi SUTê tên kirin derxistine du qatî.

Zehra Zumrut Selçuk destnîşan kir wê ji bona her nexweşê ku bi Kovîd-19ê ketiye rojê 660 lireyî bidin nexweşxaneyên ku wan derman dikin û wiha got: "Me dermanê ku di unîteyên nexweşiyên giran da ji bo dermankirina vîrusa koronayê tê emilandin hilda lîsteya dermanên ku pereyê wan paşda tê dayîn."

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê ragihand ku wê berdêla dermankirina îmmun plazmayê jî bidin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE