Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu bi bîr xist ku herî zêde rojên în, şemî û yekşeman qezayên trafîkê diqewimin û ji ber vê jî welatiyan xwest ku bila di van rojan da zêdetir hay ji xwe hebin.
Soylu ji ser hesabê xwe yê Twîtterê peyam weşand û destnîşan kir ku wextê zarok bû bi taybetî jî di dema xwendekariyê da bi çar çavan li bendê bû ku dawiya hefteyê bê û tetîl dest pê bike.
Lê Wezîr Soylu destnîşan kir piştî ku dest bi wezîrtiyê kir qet naxwaze dawiya hefteyê dest pê bike û sedemê jî wiha parve kir: "Lewra rojên în, şemî û yekşeman qezayên trafîkê pir zêde dibin. Kezeba me dişewite. Ji kerema xwe baldar bin. Em hemû di vê rê yê da bi hev dû ra ne."
AA