Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li Taxa Mustafa Paşa ya Elezîzê ku di erheja lerza wê 6,8 bû da avahî lê hilweşiya tevlî xebatên lêgerîn û xilaskirinê bûn û ji rayedaran agahî hildan.
Wezîr Soylu ji bo avahiya ku li Taxa Mustafa Paşa ya Elezîzê hilweşiya got: "Ji kavilên avahiyê çar deng hatin, yek hat xilaskirin û ji bona yên din xebat didomin."
Li pey daxuyaniya Soylu ji kavilên avahiyê piştî 14 saetan kesekî din bi saxî hat xilaskirin.
Li ser kavilê avahiyê ekîbên AFAD û UMKEyê di serî da hemû ekîb kar û xebatên xwe didomînin.