Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand îro di navbera saet 11.00-15.00an da zarok û ciwan wê derkevin kuçeyan û hevalên xwe bibînin û wiha got: "Ji bo tenduristiya me emê hinekî dîsa fedakariyê bikin."
Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê zarok û ciwanên demeke dirêj e ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) derketina wan a kuçeyê hatibû qedexekirin lê ewê îro di navbera saet 11.00-15.00an da derkevin derva da peyamek weşand.
Koca di peyama xwe da wiha got: "Di navbera saet 11.00-15.00an da zarok û ciwanên me wê herin park û kuçeyan. Hevalên nêzîk bi awayekî bimesafe wê hevdu bibînin. Vegera malê hinekî zehmet e, lê li pêş me rojên xweştir, hevrabûnên dirêjtir hene. Ji bo tenduristiya me emê hinekî dîsa fedakariyê bikin."
AA