Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca got ku ew ê îsal 17 hezar û 689 xebatkarên tendurîstiyê hildin.
Koca der barê tayînkirina xebatkaran da daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: "
"Di serî da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan mizginî da. Me niha ji bo hildana xebatkaran dest bi xebatan kir. Em ê îsal jê 7 hezar 525 hemşîre, 182 ebe, 6 hezar û 951 teknîkyenên tenduristiyê, psîkolog, fîzyoterapîst, dîyetîsyen, xebatkarên civakî, biyolog, odyolog, terapîstên kar, ziman û axaftinê, perfuzyonîst û fîzîknasên tenduristiyê bi tevahî 17 hezar û 689 xebatkaran li gor puanên KPSSyê hildin."
Kesên dixwazin dikarin pevajoyê ji ser https://yhgm.saglik.gov.tr ya malpera me û //www.osym.gov.tr a malpera OSYMê bişopînin. Ev biryara tayînan bila serê xêrê be."