Wezareta Parastina Neteweyî der barê teqîna di 13ê Mijdarê da li Fermandariya Tugaya bizirx a 20emîn a li Şanliurfayê çêbû da got muhîmat ji ber guherîna demsalê, tesîra şert û mercên depokirinê xirab bûye û ji ber vê teqiyaye.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin li gor şahidên bûyerê û dîmenên teqemeniyê lêkolînên ewil hatine kirin û hatiye tespîtkirin ku teqîn ji ber tesîreke dervayî çênebûye.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Muhîmat ji ber guherîna demsalê û tesîra şert û mercên depokirinê xirab bûye û ji ber vê teqîn çêbûye."
AA