Ji xwe re gundekî nû ava kirin

Gundê Tepê di bin bendava Alparslan 2yê de ma, li jora wî gundekî nû hat avakirin

Ji xwe re gundekî nû ava kirin

Li Mûşê, gundê Tepê di binê bendava Alparslan 2yê de ma. Welatiyan bi piştgiriya dewletê li ser erdên xwe ji xwe re gundekî nû û xweş ava kirin.

Ava Bendava Alparslan 2ê bilind bû û gihîşt gundê Tepê yê Mûşê.

Ji ber vê jî welatî mecbûr man ku ji malên xwe derkevin.

Welatiyan bi piştgiriya dewletê ji xwe re gundekî nû û xweş ava kirin.

Li gundê berê 60 xanî hebûn, her wiha li gundê nû jî dîsa 60 xanî hatin lêkirin.

Li gundê nû av û ceyran heye. Herwiha ji bo mizgeftek jî hatiye çêkirin.

Hat ragihandin ku wê heta çend rojan, riya nava gund jî were asfaltkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE