Li Kolika Semsûrê xwendekarekî lîseyê ji bo ku însan zêde nêzî hevdu nebin cîhazek çêkir. Ger mirov ji metre û nîvekî zêdetir nêzî hev bibin, ev cîhaz hişyariyan dide. Navê cîhazê jî "hêvî 19" ye.
Ramazan Yildirim, li Kolika Semsûrê telebeyê lîseyê ye.
Wekî tê zanîn, ji bo ku nexweşiya vîrûsa koronayê zêdetir belav nebe, mesafeya di navbera însanan de gelek muhîm e.
Wî ji bo parastina mesafeyê cîhazeke hişyariyê çêkir. Ji bo ku li dijî Kovîd 19ê hatiye çêkirin jî. navê wê kiriye "Hêvî 19."
Ger mirov zêdetir nêzî hevû +du bibin cîhaz deng dide û mirovan hişyar dike. Ger mesafe neyê parastin dengê cîhazê zêdetir bilind dibe.
Cîhaza Hêvî 19ê, zêde mezin nîn e, loma jî rayedar dikarin li cihên qerabalix bi kar bînin.