Ji Xwendekaran Diyariyeke Watedar

Xwendekarên Edremitî bi pereyên xwe ji astendareke Antalyayî re duçerxeyek kirîn

Ji Xwendekaran Diyariyeke Watedar

Li Edremîda Wanê, xwendekarên dibistana seretayî û navîn a cendirmeyê Şehîd Yusuf Turgut, ji bo astengdareke Antalyayî bi pereyên xwe duçerxeyek kirîn. Xwendekaran dûv re jî bi merasîmeke biçûk duşerxe da astengdara ku ji Antalyayê hat Wanê.

Hin xwendekar bi xwe biçûk in lê hin caran bi xebatên xwe tiştên wisa dikin ku kêm mezin dikarin bikin.

Li Edremîda Wanî jî xwendekarên biçûk tiştekî wisa kirin.

Xwendekarên Dibistana Seretayî û Navîn a Şehîdê Cendirme Yusuf Turgut pêşî di nav xwe de pere kom kirin.

Dûv re ji bo jineke astengdar a ku li Antalyayê dijî, duçerxeyek kirîn.

Xwendekaran bi merasîmeke biçûk duçerxe da Ayşegül Çobanoğluya astengdar a ku ji Antalyayê hat Wanê.

Her wiha di dema merasîmê de xwendekareke biçûk jî qevdek kulîlk da Ayşegülê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE