Ji Xwendekarên perwerdeya meslekê çalakiyeke watedar

Xwendekar gund bi gund, mal bi mal digerin û xelkê belaş tiraş dikin 

Ji Xwendekarên perwerdeya meslekê çalakiyeke watedar

Li Bergiriya Wanê beriya îda remezanê ji aliyê xwendekarên navenda perwerdeya meslekê çalakiyeke gelek watedar hat lidarxistin. xwendekarên mesleka tiraşkirinê gund bi gund, mal bi mal digerin û serê biçûk û mezinan belaş çêdikin. 

Li Bergiriya Wanê hin ciwan li Navenda Perwerdeya Meslekê hînî tiraşê dibin. 

Xwendekar him ji bo mesleka xwe him jî ji bo alîkariyê hin çalakiyên taybet jî li dar dixin. 

Çalakiya wan a herî dawî jî gelek watedar bû. 

Xwendekarên ciwan beriya îda Remezanê gund bi gund, mal bi mal digerin û serê mezin û biçûkan çêdikin. 

Ji bo vê xizmetê jî tu heq nayê xwestin. 

Mezin û biçûk ji bo ku beriya îdê traş dibin gelek kêfxweş in. 

Xwendekar wê heta roja îdê çalakiya xwe bê navber bidomînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE