Ji xwendekarên şirnexî projeya pergala ceyranê

Bi saya projeya telebeyan wê ceyran were her malê...

Ji xwendekarên şirnexî projeya pergala ceyranê

Li Hezexa Şirnexê çend xwendekaran, ji bo ku pirsgirêka ceyranê ya li gundên xwe çareser bikin, projeyek amade kir. bi saya vê projeyê li şirnexê dê mala bê ceyran nemîne.

Xwendekaran ji bo ku pirsgirêka ceyranê ya li gundên xwe çareser bikin projeyek hazir kir.

Xwendekarên jêhatî ji bermayiyan û tiştên avêtî trubîna bayê çêkir.

Wan ji panela xwe 220 wolt ceyran peyda kir, bi wê ceyranê jî 4 ampûl û kompîtirek şixulandin.

Telebeyan bi vê panêlê du projeyên din jî amade kirin.

Herwiha kepçeyeke ku bi panela bayê dişixulê û sîstemeka malan ku ji erdhejê ra qewî ye jî berhemên wan in.

Xwendekarên şareza ji niha ve nîşan didin ku ew ê gelek tiştên din jî çêkin.

Dîroka nûkirinê: 17 Gulan 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE