Ji Yekîtıya Ewropayê daxuyaniya vîzeyê

Avramopoulos: Hindik maye 72 krîterên hewce werin temamkirin.

Ji Yekîtıya Ewropayê daxuyaniya vîzeyê

Piştî civîna Yekîtiya Tirkiye-Ewropayê ya li Enqereyê ji Brûkselê daxuyanİya derbarê serbestİya vîzeyê de hat. Hat eşkerekirin ku ji bo ji welatiyên Tirkiyeyê re serbestiya vîzeyê bibe, 72 krîterên hewce li ber temambûnêne.

Endamê Berpirsê Penaberî,Karê Navxweyî û Welatîbûnê yê Yekîtiya Ewropayê Dimitris Avramopoulos eşkere kir ku Tirkiye li gorî peymana penaberan a di 18ê Adarê de tevgeriya û peywira xwe anî cih.

Rayedarê Yekîtiya Ewropayê derbarê muafiyeta vîzeyê de anî ziman ku pêvajoya muzakereyê dewam dike.

Her wiha Avramopoulos destnîşan kir ku hindik maye 72 krîterên hewce temam bibin û ji Enqereyê jî ji bo temamkirina krîteran peyamên erênî tên.

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2018, 10:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE