Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) tengavkirinên nû ku tê da qedexekirina îdxalkirinê ya nefta Rûsyayê jî heye, teklîf kir.
Li Strazburgê Lijneya Giştî ya Parlamentoya Ewropayê (PE) civiya û Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyenê di rûniştina ku mijara wê "Ji bo YEyê encamên aborî û civakî ya şerê Rûsya-Ukraynayê" ye da axivî.
Von der Leyenê naveroka pakêta tengavkirina nû ya tê plankirin ku li dijî Rûsyayê were sepandin, eşkere kir û wiha got, "Em îro pakêta şeşemîn a tengavkirinê pêşkêş dikin."
Von der Leyenê wiha got, "Em ê serpelên birutbe û kesên din têxin lîsteya tengavkirinê ku li Buçayê berpirsiyarê sûcê şer û berpirsiyarê dorpêçkirina bajarê Mariupolê ne. Em Sberbanka herî mezin a Rûsyayê û du bankeyên din ji SWIFTê derxin. Em ê weşana 3 kanalên dewleta Ûris qedexe bikin. Em qedexekirina nefta Ûris jî teklîf dikin."
Von der Leyenê destnîşan kir ku ev gav wê zirarê bidin aboriya Ûris.
YEyê berî niha jî 5 pakêtên tengavkirinê kiribû rewacê.
Ji bo ku teklîf têkeve rewacê divê welatên endam teklîfê pesend bikin.
AA