Ji YSKê biryara mohra şaş

LBH li ser serîlêdanê hevdîtin kir û daxwaza AK Partî û CHPyê qebûl kir û biryar da ku dengên di nav zerfên navborî da bên qebûlkirin...

Ji YSKê biryara mohra şaş

Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) li ser serlêdana AK Partî û CHPbiryar da ku di hilbijartinên Şaredariya Mezin a Stenbolê ya ku tê dubarekirin da dengên ku mohra wê şaş hatiye lêxistin, bêmohr in an jî ji yekî zêdetir mohr lê xistine bên qebûlkirin. 

Lijne li ser serlêdana AK Partî û CHPyê ya ji bo ku dengên di zerfên ku mohra şaş lê dane, bêmohr in an jî ji mohrekî zêdetir mohr lê xistine yên hilbijartina Şaredariya Mezin a Stenbolê bên qebûlkirin, di saet 14.00ê da civiya.

LBH li ser serîlêdanê hevdîtin kir û daxwaza AK Partî û CHPyê qebûl kir û biryar da ku dengên di nav zerfên navborî da bên qebûlkirin.

Serîlêdana AK Partî û CHPyê 

Nûnerê LBHyê yê AK Partiyê Recep Ozel û nûnerê LBHyê yê CHPyê Mehmet Hadimî Yakupoglu ji Lijneya Bilind a Hilbijartinê ra daxwaznameyek şandibûn.

Di daxwaznameyan da hat ragihandin ku hat tesbîtkirin, di hilbijartina Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê da li hin navçeyan mohrên xelet hatin emilandin û ji ber vê yekê jî tevlîhevî derketin holê, li gelek navçeyan jî mohrên ku ji hilbijartina giştî ya parlamenteriyê mane hatine emilandin û herwiha li hin navçeyan jî ji torbeyên dengan, zerfên bêmohr derketin. 

Recep Ozel di daxwaznameya xwe da diyar kir ku ev yek, derbeyê li îradeya dengdêran naxe û lewma jî divê ev dengên bi vî awayî neyên şewitandin. 

Hadimî Yakupoglu jî got ku ev yek ne dijî îradeya gel in û xwest ku ev zerf û rayên ku hatine avêtin, neyên şewitandin û bên qebûlkirin.

Dîroka nûkirinê: 24 Hezîran 2019, 09:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE