Ji zeytûnên ku li manastira dîrokî hêşîn dibin zeyta xelatkirî tê çêkirin

"Ji ber ku me hemû krîterên qalîteyê anîn cih û her wiha ji ber ku naveroka wê ya fenolîk zengîn e, zeyta me xelata zêr wergirt"

Ji zeytûnên ku li manastira dîrokî hêşîn dibin zeyta xelatkirî tê çêkirin

Li Mardina dergûşa çand, ziman û dînên cuda, darên zeytûnan ên ku 15 sal berê li baxê Manastira Dêrulzeferanê li ser 300 donim erd hatin, danîn hatin daweşandin û her wiha ji van zeytûnan jî zeyt tê çêkirin.

Li baxê Manastira Dêrulzeferanê ku 4 kîlometre dûrî navenda bajêr e, 15 sal berê bi alîkariya karsazên Siryanî yên li Îstanbulê fîdanên zeytûnan hatin danîn.

Li vî baxê zeytûnan ku cinsên resen ên Mêrdînê yên wekî xalxal, hêşîn, melqebazî û belotî di serî da gelek cinsên darên zeytûnan hatine danîn, îsal bi qasî 25 ton zeytûn hat berhemanîn ku ji sedî 90î van zeytûnan jî zeyt tê çêkirin.

Di pêşbaziyê da "xelata zêr" wergirt

Zeyta ku bi rêbaza guvaştina sar tê bidestxistin, bi marqeya bi navê "Dzafaran" bo Pêşbaziya Qalîteyê ya Zeyta Zeytûnê ya Avzem a Naturel a 13emîn ku ji hêla Komeleya Dostê Zeytûnê tê lidarxistin, hat şandin.

Di pêşbaziya ku ji Türkiyeyê 100 beşdar hene da "Dzafaran"ê bi qalîteya xwe xelata zêr wergirt.

Endazyarê ziraetê Îshak Bayyigit ku li manastirê berpirsê berhemên çandiniyê ye ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li herêmê dîroka zeytûnê zehf kevn e û her wiha bi hezaran sal berê li herêmê hilberîn û bazirganiya zeytûnê hebûye.

Bayyigit diyar kir ku li manastira dîrokî li ser qedera 300 donim erd darên zeytûnan hatine danîn û wiha wiha dewam kir:

"Bera darên zeytûnan salekê kêm e, salekê jî rind e. Îsal me bi qasî 25 tonî rakir. Ji sedî 90î vê dê bibe zeyt, yên mayîn jî ji bo xwarinê tên veqetandin. 

Her wiha Ji ber ku me hemû krîterên qalîteyê anîn cih û her wiha ji ber ku naveroka wê ya fenolîk zengîn e, zeyta me xelata zêr wergirt. Dîsa ji dervayî welêt jî gelek mişteriyên me hene, zeyta zeytûnên me dixwazin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE