Ji zivistana li Erzurum û Karsê dîmenên xweşik

Li bajarê ku camên wesaîtan cemed girtin li ser dar û şaxan jî ji ber qiraviyê dîmenên xweş çêbûn.

Ji zivistana li Erzurum û Karsê dîmenên xweşik

Li Rojhilatê serma û seqema heyata welatiyan dijwar dike bi xwe ra dîmenên xwe jî tîne.

Li Erzuruma ku berf lê barî ji ber serma û seqemê bi sivder û sivêrnekên banên avahiyan da cembelîk çêbûn û kaniyên li derê mizgeftan cemed girtin.

Li bajarê ku camên wesaîtan cemed girtin li ser dar û şaxan jî ji ber qiraviyê dîmenên xweş çêbûn.

Li Erzurumê ekîbên şaredariyê jî li kuçe û kolanan xebatên paqijkirina rê û peyarêkan didomînin.

Kars

Li Karsa ku serma û seqem lê zêde ye gol û çem û çavkanî qerisîn.

Welatiyên li Karsê ji bona wesaîtên wan cemed negirin wesaîtên xwe bi betanî û xalîçeyan nixumandin.

Heywandar jî ji bona heywanên xwe av bidin cemedên li ser avê dişikînin.

Li Sarıkamışa ku bi berfê sipî dike jî li çiyayên Akbabayê, Geliyê Keklîkê û Cibiltepeyê di nav dar û daristanan da dîmenên xweş çêbûn.

Ji ber ku dîmenên xweş çêdibin wênegiran jî wêne kişandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE